Рет қаралды 937
#dersim #kurmanci #kurdish
Helbest: Melayê Cizirí
Muzîk: Baran Dersimi
Derhenêrê Mûzîkê: O.Emre Koca
Stûdyo: GALAÇA
DİL Jİ MİN BİR
Şox û Şengê zuhre rengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê miskî xalê
Dêmdurê gerden şema lê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan 'eql û hîş man
Sa'eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hîlalan
Dil ji min bir dil ji min
Ronîya çavê Melayî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min
Sûrşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min
Malpera Medya Civakî
📌 Facebook : / barandersimi
📌 Instagram: / barandersimi
📌 X (Twitter) : / barandersimi
📌 Tiktok : / barandersimi