Рет қаралды 2,472
Keremke Bibe ABONE : kzfaq.infofe...
Ez vê şemiyê (27 Nîsan) bi kerkerokê (duçerxe) xwe çûme gundên derdora Qereşdaxê. Di riya Wêranşarê re ez qederekî çûm li ser rê min tabelayên gundên Kubêşî (Çeltikaltı), Mezrik (Pınaroğlu), Qalixê (Kallik), Gogerî (Yıllarca), Herîkê (Harrik), Kanîpanikê (Yarımtaş), Êxliya (Alabaş), Xurxurkê (Sarımkesen) dît û di ber van gundan re derbas bûm…
Piştre min bere xwe da gundê Xecîta (Sevindik), Tezxerab (Tezharap), Bîrikan (Biriken) û Kulî. Di navbera gundê Xecîta û Tezxerab de rê ev 10 sal e nayê bikaranîn. Ji ber wê bûye şiverê. Dem dem cuhên ku bi ava berf û kaniyên Qereşdaxê bûne weke çeman hebûn. Aveke zelal û cemidî.
Li gundê Tezxerab min Hemdîn nas kir. 2 stranên xweş ji min re got û me bi hev re sohbeteke xweş kir. Bi zimanê karik û berxika jî dizane Hemdîn.
Piştre di ber riya ku diçe Qişle (Kışla), Zinarcank (Kırkkoyun), Dehla Îzolan (Gömderesi) û Kelekê (Kelek) re min berê xwe da ser riya Amed û Rihayê û vegeriyam malê.
82 kîlometre rê bi reng û dengên biharê re… Çend saetên ji xirecira bajêr û bêhna egzozan dûr…
Stran: Şakiro / Kekê Xiyasedîn
Stran: Hemdîn
Stran: Nivişta Gerîla
***
Bisikletle Karacadağ köylerine küçük bir gezinti...
***
من با دوچرخه در روستاهای کاراجاداغ در شهری دیاربکر(شمال کردستان) پنهان شدم