Рет қаралды 61,926
KULÎLKA ŞEVNEMÊ
Helbest: Perîşan
Awaz û Stran: Mihemed Bilko
Dagirî çavêt bi kila
Weşiya pelê gula
Hijdeha (18) avdara reş
Agir berdaya dila
Hejiya `erşa xuda
Darivî latê kela
`Efrîna naz û bedew
Xistin nav deryayê kula
…………………………………..
Gazî dike `Efrîna min
Hey wax li min deng jê nayê
Çi guneh bû bi serê me hat
Barê giran li ser milayê
Ey kulîlka bi şevnemê
Vîn û evîn û aramê
Çavê dijimin da kelemê
Loma xistin deryayê xemê
...................................
Ronahî: Şemis
Dîkor: Mihemed Bavê Egîd
Wênegêş: Ehmed Fînîsya
Cihê wênekêşiyê: "HOLA ROZ" Semîr Menan
Spasî bo grûpa "Hevalên Hêja"