Рет қаралды 1,687
أقدم نص عن عيد نوروز
دون في بدايةالقرن الثالث عشر الميلادي من قبل علماء الدين الايزيديين
Beyta newrozê- ji têgistên ola êzdiyan , li sedê sêzdê hatye vehunandin
Belim belim heyranî
Sibhane sur celalî
Li me nubun meh u sal
Bi qudreta rehmanî
*. *. *
Kewgêrî hal pê xošbu
Bi newrozê siltanî
Kewgêrekî ašiqbum
Sor gul u çem u çiraqî
Bilbilî e'šiq u dilbum
Hemdelî bi derid u daxî
ezim feqîrê cara
sefayê wê dilberê
Kamil di bw adar
Malak zên hata derê
Ner bu hewayê salê
Xośbu xewa xewerê
Sibhane ji te ya qeyum
Xelikno werin temaša
Cebelî bune paša
Berbwm herî mezilum
Cezayê xudê li ser weye
Hun meken haša
Qasidê acelê hat
Felekê lê menteleîbw
Li me Zeyn bu welat
Bayê ban li me mišikil bu
Li befrê hat buhar
Bê mekan u mezel bu
Bê mekan u mezel e'mrê zêde kaxezê
Ji amelî dinalim
Celadî ketim lezê
Ji ber awir u bayê nîsanê
Eîsilî di hur mizî
Nîsan ew šifqeta dihêt ji asmanî
Celatî bê muhlet bu
Eîsa wê li ser kombitê
Bi dengtê tê zîndanê
dengtî di zîndanê werbw
Roja hisnatê hat
Xeyatî ji keyfa xeyatî têwerbw
Roja ezinahî hat
Êxsîr der bi der bw
Mîr alay šahî hat
Šahî sefawî xoš bw
Behar hat u xemilî
Sosin di bune gopal
Dê kete melhema dilî
Sosin u yasemin u çoban di xemilîn
Bune tirî u carek
Edres palê binêre
Kulîlkok šoxe šenga ço pale
Kulîlkên hezar reng
Xošbu levzeta behara
Ji teyra hatî deng
Qaz u auling u merabî u werdek
Sinî u qazin , seqer u bazn
Tutê zer haî xošin
Lewnê šazî siphana ji rengê širîne
Çirayê eîlahî hilbw
Sura zerdašit li nêvda dahir bw
Roja we nubw
Çirayê eîlahî hilbw
Lewma qimçi biškiftin
Lewnê wan hilhala
Birînên kur axiftin
Rengê wan zilfana
Te xala serê hilgiftin
Cinete , be'd kilîma e'abdo
rabe sibeye
Deqa sibê sara
Dil bi kule u birîndara
Bilbil di xiwînin li mewtina
Suhbeta çî širîne
Feqîra u core u e'mera
Fî zatî ziletî
Beryame ji berya e'alimbu
Šeraba e'lmê kaxetê
Bi wê nurê dikem di xerdelê
Ew heca li hicetê
Çafkanî: dîdar di gel feqîr xidir berekat keso