Berê ne telewîzyon ne jî radyo hebûn. Em li dora çîrokbêjên xwe dicivîyan û me ji wan çîrok guhdarî dikirin. Mixabin îro ew kêfa nemaye. Li gundê Kerdiz, Nayîle Kaya wek rojên berê li dora xwe civatek sazkir û dest bi çîroka Gulîzar kir. Keremkin bi hev re em guh bidine çîrokbêja ziman şêrîn.