Рет қаралды 93
Têkiliyek ji Îsa - Eine Berührung von Jesus - Kurmandschi
Û jinikek li wir hebû ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû. 26Wê ji destê gelek hekîman gelek êş kişandibû û hemû hebûna xwe mezaxtibû, dîsa feyde nedîtibû, lê hê xerabtir bûbû. 27Jinikê tiştên ku li ser Îsa hatibûn gotin, bihîstibû. Di nav elaletê de ji pişt ve hat û destê xwe li kirasê wî da. 28Çimkî wê di dilê xwe de digot: «Bi tenê ez destê xwe li kirasê wî bidim, ezê qenc bibim.» 29Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya û jinikê jî ji bedena xwe fêm kir ku ji êşa xwe qenc bû. 30Îsa di cih de pê hesiya ku hêzek jê çû, di nav elaletê de zivirî û pirsî: «Kê destê xwe li cilên min da?» 31Şagirtên wî gotin: «Tu dibînî ku elaletê der û dor li te teng kiriye, hê jî tu dibêjî: ‹Kê destê xwe li min da?›» 32Lê Îsa çav li dora xwe digerand ku bibîne, kê ev kiriye. 33Jinikê dizanibû ku çi bi wê hatiye kirin, bi tirs û lerz hat û xwe avêt ber lingên wî û hemû rastî got. 34Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi silamet here û ji êşa xwe sax bibe."
Und ⟨es war⟩ eine Frau, die zwölf Jahre mit einem Blutfluss behaftet war
26 und vieles erlitten hatte von vielen Ärzten und alle ihre Habe aufgewendet und keinen Nutzen davon gehabt hatte; es war vielmehr schlimmer mit ihr geworden.
27 Als sie von Jesus gehört hatte, kam sie in der Volksmenge von hinten und rührte sein Gewand an;
28 denn sie sagte: Wenn ich nur sein Gewand[2] anrühre, werde ich geheilt[3] werden.
29 Und sogleich vertrocknete die Quelle ihres Blutes, und sie merkte am Leib, dass sie von der Plage geheilt war.
30 Und sogleich erkannte Jesus in sich selbst die Kraft, die von ihm ausgegangen war, wandte sich um in der Volksmenge und sprach: Wer hat mein Gewand[4] angerührt?
31 Und seine Jünger sagten zu ihm: Du siehst, dass die Volksmenge dich drängt, und du sprichst: Wer hat mich angerührt?
32 Und er blickte umher, um die zu sehen, die dies getan hatte.
33 Die Frau aber fürchtete sich und zitterte, da sie wusste, was ihr geschehen war, kam und fiel vor ihm nieder und sagte ihm die ganze Wahrheit.
34 Er aber sprach zu ihr: Tochter, dein Glaube hat dich geheilt[5]. Geh hin in Frieden und sei gesund von deiner Plage!
Markus Evangelium 5,25-34