Рет қаралды 9,082
شهرڤانهكان ههركاتێك بهناو كۆڵانه وێرانهكانی كۆبانێدا دهرۆن ماتهم دهیانگرێت، سهیری ههر دیوار و ماڵه رووخاوێك دهكهن هاوڕێیهكی شههیدیان دێته پێش چاو.
به درێژایی رێگای سێمێلكا بۆ كۆبانێ له ههر گوندێك شارێك شهرڤانێك دهربكهوێت "بژی بهرخۆدانی كۆبانێ " دهگوترێتهوه، لهگهڵ تێپهڕبوونی پهیكهری بهرخۆدان به ههر شار و شارۆچكهیهكدا نهشئهی سهركهوتن به جۆشتر دهبوو، وتنهوهی درووشمهكانی سهركهوتنی شهرڤانان به دهنگی بڵندتر دهگوترایهوه.
پهیكهری بهرخۆدان دیاریی باشوری كوردستانه بۆ رۆژئاوای كوردستان و لای ئهوان نیشانهی یهكێتی خاكی كورده ئهوهی پێی دهگوترێت سنوور تهنیا لهسهر نهخشه ههیه و له ناخی هیچ كوردێكدا نییه، مۆنیومێنتی بهرخۆدان پهیكهرسازێكی شاری سلێمانی دروستیكرد و پێشكهشی شاری كۆبانێ كرا، بۆ ئهوهی نهوهكانی داهاتوو ئازایهتی و بهرخۆدانی شهرڤانان و هێزی پێشمهرگه له یاد نهكهن .
بەرهەمی ساڵی 2016
Şervan her ku di nav kolanên Kobanê yên wêrankirî re derbas dibin, şînê digirin. Li her dîwar û xaniyekî hilweşiyayî dinêrin hevalekî wan ê şehîd tê pêş çavê wan.
Bi dirêjiya rêya Sêmelka-Kobanê, li her gund û bajarekî şervanek lê xuya bibe, “Bijî Berxwedana Kobanê” tê gotin. Ligel derbasbûna peykerê berxwedanê di her bajar û bajarokekî de kêfa serkeftinê bicoştir dibû, gotina dirûşmên serketina şervanan bi dengekî bilind dihat gotin û bilandin.
Peykerê berxwedanê diyariya Başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê ye û li bal wan nîşana yekîtiya xaka Kurdan e û ya ku jê re tê gotin sînor tenê li ser nexşeyan heye lê di dilê tu Kurdekî de nîne.
Monumenta berxwedanê ji aliyê peykersazekî bajarê Silêmanîyê ve hat çêkirin û pêşkêşî bajarê Kobaniyê hat kirin da ku nifşên paşerojê lehengî û berxwedana şervan û pêşmergeyan ji bîr nekin.
Berhema sala 2016