Рет қаралды 31,423
Awaz û stran : Mihemed Bilko
Helbest : Ehmed Bavê Alan
Studio : Hikmet Mîlan
Derhênan : Foad Haj Abdo
Xeyalê te
1 - Ne şevê dî şeva bûrî
Xeyalê te li vêdê bûrî
Min got qey hatî dîdarê
Bixwe hisyam hîna dûrî
Wey lo dilo wey lo dilo
Sewdaliyo bi derd û kulo
2 - Xeyalê bejna te dînê
Wa bayê dil xemrevînê
Çima wisa t`min di-êşînê
Çima wilo t`min di-êşînê
Wa birîna li ser birînê
Wey lo dilo wey lo dilo
Sewdaliyo bi derd û kulo
3 - Carê her şev bibe mêvan
Xeyal û peyal û stran
Min ji êşê derxîn qurban
Min ji êşê derxîn heyran
Destek êş e , û destek derman
Destek êş e, û yek jî derman
Wey lo dilo wey lo dilo
Sewdaliyo bi derd û kulo