Yehya Omerî - Anatomiya Demsalên Zer (Deng: Qeyso) [Binnivîs]

  Рет қаралды 44,573

The horizon of Kurdish poetry

The horizon of Kurdish poetry

Күн бұрын

Helbest: Yehya Omerî
Deng: Qeyso
Qeyd: Ferhad Onen
Vîdeo: Azad Dogru
Pevxistin: Kurdo Zanyar
ez yek ji wan kesan
filankes kurê filankes, ji te hez dikim
li zozanên dilê te xwe bi hêşînîya biharên te hênik dikim.
li cihekî dûr im, her der çiya
di turikê min de tiştên rast heye. mîna rê.
ber bi asîmanê te difirrin pinpinîkên zarokên min.
û zarokên min salê çar wersalan di şûna binevşan de gelawêjan diçînin
ji cihên pirr dûr têm anha. haya te ji stranên nesittirî tune ye.
min wî dengbêjî kuşt. tenê birîn digot û bi dîrokê nizanîbû.
bi bextreşiya mem î nizanibû. piştî ewqas xwînê ez reviyam ji wê beyabanê
min hemu tiştên zer li wir hişt. beriya hertiştî îlon li wir ma. dûv re tu ma.
bila di bîra te de be.
xwe li ber barana te şil nakim êdî. li vir demsal mirineke bê îman e. aso naxuyên.
baş guhdar bike aso naxuyên. elo! aso nayuxên elo! aso.
ji cihên pirr dûr têm anha
mînak; ji çemên dur herikîme çavên te
mînak; ji kendalên kur ketime kefa destên te.
tiştên veşartî dibihîzim li ser tarîbûna birûyên te.
xewnên hişk. helbestên giran
û derewên ber bi rastiyê ve diçin dibihîzim
ji çiyayên me re gulan mezin dikim.
ez im belê ez şaîr im, qereçiyê pesnê çavên te me
mînak; bi hêmayên ji ber stêrka maye, helbestên lîrîk li ser destên te dinivîsim
mînak; newrozan li ser pişta xwe dikim û diyarî serhildanên te dikim
ez yek ji wan kesan
filankes kurê filankes
ji bo ronahiya şevên te
xewnên herî zelal dixim paxila xwe.
kulîlkên xerabiyê diqurmiçînim, xerab nîn im, min effu bike
min zêde ji beybunan hez kir.
bi rastî tu were
ezê gula biçînim ewê beybûn ji me hez bikin,
em ê çîroka bêjin ewê şev ji me hez bikin
kirîvê emê ji hev hez bikin ewê xalên me
çemê çetelê di navbera me de biherikînin
mînak; li ser me wê tiştên bîyanî bê gotin
mînak; wê di replikek tirkî de çîroka me nîvco bihêlin
li min baş binêre delalê, ruyê min ji erdnîgariya xwînê pêk hatiye.
dîmenekim ji kurdistana me. bêhna sêvek qaçaxim,
li amudê filîmek herî tirajîkim, li min baş binêre.
rojê li ser çar birînê xezalekê dinalim,
şevê çar carî destê xwe bi deyn didim kujêrên heftrengan
mehê çar carî dilê xwe bi deyn didim evîndaran
kilamên min nemaye qîzê
min hemû gotinên xweş diyarî hatine te kiriye.
ez yanî rastî ez ne ji wan kesanim,
rehên min qusîyaye û di bêdengîyeke gulî de hatiye
dadiwerivandin dengê min. ji deştan hez nakim, zêde rastin.
di destanên xwe de jî agirê vêketî venamirînin
û heta niha bi tu lehengî re xayin neketime.
li vir ji kesên ku qet nayên hez kirin hez dikim.
li vir li cihên tarî û girtî digerim.
mînak; meytekî wenda me di rêya azadiya binefşan de.
mînak; xezalek sebixwe me di daristanên mirinê de.
ez yanî carna bi solên mezin gavên qedexe davêjim sînorê
hezkirina porê te,
sûreyên bihûştê li ser dojeha pişta te dibêjim
û dibêjim divê hinek sûre qet neyên fêmkirin ji bo selametîya xwedê
û şevê li her çar birînên dîlokê mikur têm
piştî veqetandina payîzekê li peyva vedigerim dîsa
û dibêjim; deynê çavên te li hezkirinên min heye
divê ji berîyên te dûr bikevim
ez yanî yek ji wan kesên xêrnedî
van rojan bi piranî li êşê dixebitim
van rojan bi piranî li êşê û dînbûnê dixebitim
mînak; dil didim goristaneke dirinde
mînak; dibim berbejna janeka zirav
Yehya Omerî
ASOYA HELBESTA KURDΰ
29ê Çirîya Paşîn 2017
TÊKILÎ
Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
Twitter: @asoyahelbesta
Facebook/KZfaq: Asoya Helbesta Kurdî

Пікірлер: 46
@emrahilbas47
@emrahilbas47 3 ай бұрын
Yehya xwedê te bihêle law..
@bruskbruskovic7490
@bruskbruskovic7490 2 жыл бұрын
Ev helbest û ev deng tiştek ecêb lihevhatî
@xemrevin5084
@xemrevin5084 4 жыл бұрын
ez yek ji wan kesan filankes kurê filankes, ji te hez dikim li zozanên dilê te xwe bi hêşînîya biharên te hênik dikim. li cihekî dûr im, her der çiya di turikê min de tiştên rast heye. mîna rê. ber bi asîmanê te difirrin pinpinîkên zarokên min. û zarokên min salê çar wersalan di şûna binevşan de gelawêjan diçînin ji cihên pirr dûr têm anha. haya te ji stranên nesittirî tune ye. min wî dengbêjî kuşt. tenê birîn digot û bi dîrokê nizanîbû. bi bextreşiya mem î nizanibû. piştî ewqas xwînê ez reviyam ji wê beyabanê min hemû tiştên zer li wir hişt. beriya hertiştî îlon li wir ma. dûv re tu ma. bila di bîra te de be. xwe li ber barana te şil nakim êdî. li vir demsal mirineke bê îman e. aso naxuyên. baş guhdar bike aso naxuyên. elo! aso nayuxên elo! aso. ji cihên pirr dûr têm anha mînak; ji çemên dûr herikîme çavên te mînak; ji kendalên kûr ketime kefa destên te. tiştên veşartî dibihîzim li ser tarîbûna birûyên te. xewnên hişk. helbestên giran û derewên ber bi rastiyê ve diçin dibihîzim ji çiyayên me re gulan mezin dikim. ez im belê ez şaîr im, qereçiyê pesnê çavên te me mînak; bi hêmayên ji ber stêrka maye, helbestên lîrîk li ser destên te dinivîsim mînak; newrozan li ser pişta xwe dikim û diyarî serhildanên te dikim ez yek ji wan kesan filankes kurê filankes ji bo ronahiya şevên te xewnên herî zelal dixim paxila xwe. kulîlkên xerabiyê diqurmiçînim, xerab nîn im, min effû bike min zêde ji beybunan hez kir. bi rastî tu were ezê gula biçînim ewê beybûn ji me hez bikin, em ê çîroka bêjin ewê şev ji me hez bikin kirîvê emê ji hev hez bikin ewê xalên me çemê çetelê di navbera me de biherikînin mînak; li ser me wê tiştên bîyanî bê gotin mînak; wê di replikek tirkî de çîroka me nîvco bihêlin li min baş binêre delalê, rûyê min ji erdnîgariya xwînê pêk hatiye. dîmenekim ji kurdistana me. bêhna sêvek qaçax im, li amudê filîmek herî tirajîk im, li min baş binêre. rojê li ser çar birînê xezalekê dinalim, şevê çar carî destê xwe bi deyn didim kujêrên heftrengan mehê çar carî dilê xwe bi deyn didim evîndaran kilamên min nemaye qîzê min hemû gotinên xweş diyarî hatine te kiriye. ez yanî rastî ez ne ji wan kesanim, rehên min qusîyaye û di bêdengîyeke gulî de hatiye dadiwerivandin dengê min. ji deştan hez nakim, zêde rastin. di destanên xwe de jî agirê vêketî venamirînin û heta niha bi tu lehengî re xayin neketime. li vir ji kesên ku qet nayên hez kirin hez dikim. li vir li cihên tarî û girtî digerim. mînak; meytekî wenda me di rêya azadiya binefşan de. mînak; xezalek sebixwe me di daristanên mirinê de. ez yanî carna bi solên mezin gavên qedexe davêjim sînorê hezkirina porê te, sûreyên bihûştê li ser dojeha pişta te dibêjim û dibêjim divê hinek sûre qet neyên fêmkirin ji bo selametîya xwedê. û şevê li her çar birînên dîlokê mikur têm. piştî veqetandina payîzekê li peyva vedigerim dîsa. û dibêjim; deynê çavên te li hezkirinên min heye. divê ji berîyên te dûr bikevim ez yanî yek ji wan kesên xêrnedî. van rojan bi pirranî li êşê dixebitim van rojan bi pirranî li êşê û dînbûnê dixebitim. mînak; dil didim goristaneke dirinde mînak; dibim berbejna janeka zirav
@mehdituguc1584
@mehdituguc1584 6 жыл бұрын
Hûn her hebin ASOYA HELBESTA KURDÎ û her bijîn nivîskar û xwendevanê vê helbestê. Bi saya serê we em digihêjin van helbestên xweș
6 жыл бұрын
Mehdi Tuğuç ji bo van fikrên xweş spaas
@amedcekdar1235
@amedcekdar1235 4 жыл бұрын
Ez qereçî ye pesnê çavin te me 🍁🍁
@SiYaxal
@SiYaxal 4 жыл бұрын
Li min baş binihêre ez evîneke qedexeme...🐬😭
@jiqewmepezkoviyan4602
@jiqewmepezkoviyan4602 6 жыл бұрын
Helbestwan pır xwaş dıxwine 😊👌👍
@shekhohussein1005
@shekhohussein1005 3 жыл бұрын
Bijî Kurd û Kurdistan bijî Zimane Kurdi ❤️💐✌🏻
@vangeziplatformu
@vangeziplatformu 4 жыл бұрын
Ez şaîr'im qereçiyê pesnê çaven teme.. çi tiştek xwaşî..
@dokuzundansonra
@dokuzundansonra 2 жыл бұрын
merhaba, anlamı nedir acaba?
@AbdullahAbdullah-go7sq
@AbdullahAbdullah-go7sq 6 жыл бұрын
Her bıji çanda kurdan zor spas asoya jıber wa arikari wa re.
@aynurdgn7881
@aynurdgn7881 3 жыл бұрын
Li min baş binêre delalê Rûyê min ji erdnîgarîya xwînê pêk hatiye Dîmenek im ji Kurdîstana me sêvek qaçax im...☀️
@aso308
@aso308 5 жыл бұрын
Bi rasti fêmnekirina hinek sûreyan dibe di silametiya Xweda'daye..(?) Lê, Divê her hest bê fêmkirin u nivisin ji bo silametîya evinê, ji bo silametiya xweşikbunê, ji bo silametiya şîîrê..! u ji bo hebun u berdewamiya, pêşketina zimani..! (bi pîrani zimanê Kûrdî) Ez hozanvan Yehya Omerî pîroz dikim, şîîra xwe bi awayeki nû u cûda bi kar anîye-tînît ziman. Dîyare ku vekolînek dijwar dîke li ser zimani dema hestêt xwe di rêjine peyvan. Tişta fer, ku ji dirokêde heta neha ev qas hêzên peçinîn u tefisandinê ji layê dijminîve li ser zimanê kûrdî hatîye kirin, li ser hindêre hest u hizrên xwe hinde baş anine ziman carekdin pîroz dikim Hêja Omerî. Her hebin mirovên karker u xwenas..
@mehmetbesirograk1984
@mehmetbesirograk1984 3 жыл бұрын
dîmenekim ji kurdistana me. bêhna sêvek qaçax im, li amudê filîmek herî tirajîk im, li min baş binêre.
@user-px6dx8vn9m
@user-px6dx8vn9m 3 жыл бұрын
veya çibu law kezînok di laşeminde vemirt bi ve helbeste. saet xweş
@yusufcoban3294
@yusufcoban3294 6 жыл бұрын
Pir xweş buye. Siheta we xweş✌
@SiYaxal
@SiYaxal 4 жыл бұрын
Em dubare laldibin jiyana qedexe tîpên qedexe, evina qedexe, qedexe yekser qedexeye
@omerpolat1282
@omerpolat1282 4 жыл бұрын
Min dilê xwe bi dengê vê helbestê şûşt...
@soselatte
@soselatte 6 жыл бұрын
Sihet xweş..👏
@kelebekkanatsz9880
@kelebekkanatsz9880 6 жыл бұрын
dest xweş spasyéxwe dişînim ji wer asoya helbesté kûrdî
6 жыл бұрын
Kelebek Kanatsız sersera, serçava
@ferseesfe6659
@ferseesfe6659 5 жыл бұрын
Her bijî kayso
@kineminnak3374
@kineminnak3374 3 жыл бұрын
Di nav xewn u xeyalén min de hebu ji te re hinara heb hebî di kevçîyekî de berhevkirin mixabin xewn u xeyalén min qasî evîneka vî zemanî biçuk bun
@SiYaxal
@SiYaxal 4 жыл бұрын
Min porê te ê zer jî hîşt soro🐬
@yazarkorkmazer7337
@yazarkorkmazer7337 5 жыл бұрын
Bila di bîrateda be xwe li ber barana te şil nakim êdî...
@lehengbazz701
@lehengbazz701 5 жыл бұрын
Mînak dibim ber bejna zirav
@baharaksoz128
@baharaksoz128 3 жыл бұрын
-li vir demsal mirineke be iman e-
@vedatbarga9688
@vedatbarga9688 5 жыл бұрын
bila di bîra te de be. xwe li ber barana te şil nakim êdî.
@ehmethesen2314
@ehmethesen2314 5 жыл бұрын
5:05 ji tirsa lal bûm 😨😨😨
@osmantay1795
@osmantay1795 6 жыл бұрын
Ez bawer im, ev, helbesteke wergerê ye.Hinek çewtiyên wê hene. Bes, bi heyîna vî tiştî, gelekî xweş hatiye hûnandin. Sipas. Her hebin.
6 жыл бұрын
osman tay çawa çewtiyên wê? û ne helbesteka wergerê ye. te çawa wilê fêm kir
@farukgoz5573
@farukgoz5573 4 жыл бұрын
Asoya Helbesta Kurdî Di rastnivîsê de hin şaşî hene, min bixwe ev çewtî dît.
4 жыл бұрын
@@farukgoz5573 tu dikarî mînakan bidî?
@sorescan1597
@sorescan1597 6 жыл бұрын
Her BIJÎ
@zimanhebunameye8650
@zimanhebunameye8650 4 жыл бұрын
Pore seremin bû sitirî
@sehribankarane869
@sehribankarane869 3 жыл бұрын
Te çengen min şikênand evîn..
@ozcancennet5479
@ozcancennet5479 4 жыл бұрын
We her tişt nivîsiye tenê behsa mûzikê nekiriye, mûzîk jî qasê helbes bibandor e?
4 жыл бұрын
Em ê bipirsin
@sine2471
@sine2471 3 жыл бұрын
@gelo hûn navê mûzîkê pirsiyan?
@Serdar56.
@Serdar56. 2 жыл бұрын
@ nave muzikê pirsîyay ?
@ozgurlukicinsanatakademisi6729
@ozgurlukicinsanatakademisi6729 6 жыл бұрын
Allahsızsız!!!
@kadir-lo6rv
@kadir-lo6rv 3 жыл бұрын
Nawe muzika fone çiye
@SiYaxal
@SiYaxal 4 жыл бұрын
🧿💐🍀🌹🙏
@SiYaxal
@SiYaxal 4 жыл бұрын
🥺😭
@eminedayan2409
@eminedayan2409 6 жыл бұрын
kekemin saata xeş be te gelek xeş gotiye
Rojen Barnas - Rojbaş Roza (Deng: Erol Şaybak)
6:20
Asoya Helbesta Kurdî
Рет қаралды 9 М.
The Giant sleep in the town 👹🛏️🏡
00:24
Construction Site
Рет қаралды 20 МЛН
Lehanga 🤣 #comedy #funny
00:31
Micky Makeover
Рет қаралды 30 МЛН
Harley Quinn's revenge plan!!!#Harley Quinn #joker
00:59
Harley Quinn with the Joker
Рет қаралды 27 МЛН
Arjen Arî - Ev Çiya Rûspî Ne (Deng: Selîm Akgul) [Jêrenivîs]
3:26
Şikoyê Hesen: Mîrê helbesta kurdî
20:16
Riataza Курдистан
Рет қаралды 13 М.
Omer Faruq Baran - Zulfên Zelîxayê (Deng: Abdullah Koçal) [Binnivîs]
2:24
Asoya Helbesta Kurdî
Рет қаралды 3,8 М.
Kawa Nemir - Katjimêrên Banû Byê (Deng: Erol Şaybak) [Jêrenivîs]
3:56
Asoya Helbesta Kurdî
Рет қаралды 7 М.
Seydayê Tîrêj | Qulingo
4:48
JorMirov
Рет қаралды 58 М.
Bi Narê Firqetê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
10:40
Necat Zanyar
Рет қаралды 71 М.
Berken Bereh - Min Dîroka Xwe Divê
2:56
ahmet can
Рет қаралды 31 М.
Rojen Barnas - Rojbaş Roza
6:20
ebulenin
Рет қаралды 155 М.
Sîwan 5 (Stêrk TV, 08.02.2020) Yehya Omerî vs Kawa Nemir
46:43
Жандос ҚАРЖАУБАЙ - Досым (official video) 2024
2:39
Жандос ҚАРЖАУБАЙ
Рет қаралды 216 М.
GAVRILINA - Drama Queen (ПРЕМЬЕРА КЛИПА 2024)
2:25
Julia Gavrilina
Рет қаралды 1,8 МЛН
Kalifarniya - Aiyp etpe
3:32
Kalifarniya
Рет қаралды 39 М.
LISA - NEW WOMAN feat. Rosalía (Official Music Video)
3:12
LLOUD Official
Рет қаралды 51 МЛН
Люся Чеботина - ЗА БЫВШЕГО (Премьера Клипа 2024)
3:09
ЛЮСЯ ЧЕБОТИНА
Рет қаралды 3,4 МЛН
Serik Ibragimov ft IL'HAN - Жарығым (official video) 2024
3:08
Serik Ibragimov
Рет қаралды 622 М.
Shiza , Bakr - TER (Lyrics Video)
3:03
SHIZA
Рет қаралды 166 М.