No video

Yehya Omeri /Anatomiya Demsalen Zer

  Рет қаралды 6,652

dara

dara

Күн бұрын

ez yek ji wan kesan
filankes kurê filankes, ji te hez dikim
li zozanên dilê te xwe bi hêşînîya biharên te hênik dikim.
li cihekî dûr im, her der çiya
di turikê min de tiştên rast heye. mîna rê.
ber bi asîmanê te difirrin pinpinîkên zarokên min.
û zarokên min salê çar wersalan di şûna binevşan de gelawêjan diçînin
ji cihên pirr dûr têm anha. haya te ji stranên nesittirî tune ye.
min wî dengbêjî kuşt. tenê birîn digot û bi dîrokê nizanîbû.
bi bextreşiya mem î nizanibû. piştî ewqas xwînê ez reviyam ji wê beyabanê
min hemû tiştên zer li wir hişt. beriya hertiştî îlon li wir ma. dûv re tu ma.
bila di bîra te de be.
xwe li ber barana te şil nakim êdî. li vir demsal mirineke bê îman e. aso naxuyên.
baş guhdar bike aso naxuyên. elo! aso nayuxên elo! aso.
ji cihên pirr dûr têm anha
mînak; ji çemên dûr herikîme çavên te
mînak; ji kendalên kûr ketime kefa destên te.
tiştên veşartî dibihîzim li ser tarîbûna birûyên te.
xewnên hişk. helbestên giran
û derewên ber bi rastiyê ve diçin dibihîzim
ji çiyayên me re gulan mezin dikim.
ez im belê ez şaîr im, qereçiyê pesnê çavên te me
mînak; bi hêmayên ji ber stêrka maye, helbestên lîrîk li ser destên te dinivîsim
mînak; newrozan li ser pişta xwe dikim û diyarî serhildanên te dikim
ez yek ji wan kesan
filankes kurê filankes
ji bo ronahiya şevên te
xewnên herî zelal dixim paxila xwe.
kulîlkên xerabiyê diqurmiçînim, xerab nîn im, min effû bike
min zêde ji beybunan hez kir.
bi rastî tu were
ezê gula biçînim ewê beybûn ji me hez bikin,
em ê çîroka bêjin ewê şev ji me hez bikin
kirîvê emê ji hev hez bikin ewê xalên me
çemê çetelê di navbera me de biherikînin
mînak; li ser me wê tiştên bîyanî bê gotin
mînak; wê di replikek tirkî de çîroka me nîvco bihêlin
li min baş binêre delalê, rûyê min ji erdnîgariya xwînê pêk hatiye.
dîmenekim ji kurdistana me. bêhna sêvek qaçax im,
li amudê filîmek herî tirajîk im, li min baş binêre.
.....

Пікірлер: 14
@arjinar9758
@arjinar9758 Жыл бұрын
Axx Dara axx... Ji cihên pirr dûr ve li kûrahiya dilê xwe de, Te dibihîsim!
@asmin2112
@asmin2112 Жыл бұрын
Em weke şaxên hişkin di bahozêde, em nikarin xwe biparêzin..
@olcay6372
@olcay6372 2 жыл бұрын
Maşaallah
@mazlumkaya1580
@mazlumkaya1580 Жыл бұрын
Wan rojan bê ışê dıxêbıtım.
@lazkemal9040
@lazkemal9040 2 жыл бұрын
ewji bu flankes
@Rozatav4747
@Rozatav4747 5 ай бұрын
Jîyan jîyîn çima ewqasî dijware çima mirov ewqasî bixeme çima kes bersivê van pirsa nade em çima werê xemgînin em wekî kalekî li benda mirinê ne
@firatelitas6402
@firatelitas6402 Ай бұрын
Me jibo jîyanek xweş û azad ti tiştekî nekir me jibo xwe jî ti tiştekî nekir mirova kû ked nede jîyanekî xweş hek nakê bê ked ti tiştekî ava nabê Tişten tên serê me hê kêmejî jimin bawerbike rez û slav
@olcay6372
@olcay6372 2 жыл бұрын
Nasıl güzel
@yasincalsr1042
@yasincalsr1042 8 ай бұрын
di dilê xwe de bendewarîyan nehewînin ji ber roj tê û yek bi yek têk diçin.
@rosidaokan1656
@rosidaokan1656 2 жыл бұрын
21'05'22 🌺
@darandaryan8177
@darandaryan8177 2 жыл бұрын
🍀🌺🌸
@anahitashekhe17
@anahitashekhe17 Жыл бұрын
😔
@olcay6372
@olcay6372 2 жыл бұрын
❤❤
@Serdar56.
@Serdar56. 3 жыл бұрын
Fon müziği?
Smart Sigma Kid #funny #sigma #comedy
00:40
CRAZY GREAPA
Рет қаралды 40 МЛН
小丑把天使丢游泳池里#short #angel #clown
00:15
Super Beauty team
Рет қаралды 45 МЛН
Unveiling my winning secret to defeating Maxim!😎| Free Fire Official
00:14
Garena Free Fire Global
Рет қаралды 7 МЛН
ROLLING DOWN
00:20
Natan por Aí
Рет қаралды 10 МЛН
Melayê Cizîrî - Muhbetê Mihnet (Deng: Necatê Zivingî) [Binnivîs]
13:52
Asoya Helbesta Kurdî
Рет қаралды 92 М.
EZ ÇOL İM
6:18
Selman Omeryani
Рет қаралды 13 М.
Rênas Jiyan - Min ji te hez kir
3:15
Rênas Jiyan
Рет қаралды 333
Yehya Omerî - Anatomiya Demsalên Zer (Deng: Qeyso) [Binnivîs]
6:29
Asoya Helbesta Kurdî
Рет қаралды 44 М.
Kasım Taşdoğan - Ziryanim
6:00
Kasım Taşdoğan
Рет қаралды 135 М.
Sîwan 5 (Stêrk TV, 08.02.2020) Yehya Omerî vs Kawa Nemir
46:43
Seydayê Tîrêj | Qulingo
4:48
JorMirov
Рет қаралды 58 М.
Ashti Abdo - Gundê Hember - Teatro Massimo
5:55
Mêvanî Podcast
Рет қаралды 76 М.
Smart Sigma Kid #funny #sigma #comedy
00:40
CRAZY GREAPA
Рет қаралды 40 МЛН