Рет қаралды 3,554
ÊZDÎ NE YEZÎDÎ
Di salên 1980 li deşta Bişêrîyê (beşek ji welatê Xalta) êzdî ji xwe re û her wiha cîranên wan jî ji wan re digotin "Êzdî". Qet peyva ÊZÎDÎ nayê bikaranîn. Lê îro gelek kurd li şuna Êzdî, Êzîdî dinvîsin. Jixwe Ereb tirk û kurdnûs jî wek " Yezîdî "dinvîsin.
Em Xaltî ÊZDÎ,ne û YEZÎDÎ ne,şixulê me bi reformê şêxên Areba tunê û ji lisansa hin Areb,Tirk û Kurdnûsa nîne.
Êzdîtî (Êzdayetî) ya resen û kevnar, kakilê axa Xaltanîyêye,bi kurt û kurtasî em nekevin nava kast,hed û sedê şêxantîyê,jiberku ev " hed û sed " ji Dema Şêx Adî û ji şêxantîyê tên,li Êzdîtî berîya dema şêxantîyê ji heye,wek PÎRANTÎ!..
Minakek liber çav emrê Birca Belek 4 hezar sale,bi kevirê reş û belek,hatîyê xamlandî,kevîrê belek sipî, Pîrantîyê sembole dike û kevîrê reş gundê Xaltanîyê,jiberku di dema xwede,wek 366 qonax an ji gundê Xaltanîyê dihat bilêv kirin,li Birca Belek 366 Pîra ew qonax û gundê Xaltan temsîl dikirin,dibên Mîrektîya Xaltanîyêde.
Mînakek din ji Zêwa Mîra,ku wek Qub û Helelên Zêwa Mîrê Xaltan tê nasandin.
Ev Zêw dikeve çiyayê Xandeqa,ku wek tê zanin Qendeqa,herêmek û nevekî eşîra Xaltane ku wek îro bi zimanê tirkî wek Raman Dağı bi nav dikin,tê gotin Dîroka Zêwa Mîrê Xaltan bi Qasî Haskîfê kevne.
Haskîf xwedê giravî dibên 12 hezar sale,jixwe Haskîf ji nevek ji nevê elek eşîrek êzdîyane,pîrek ji Zêwa Mîra dadîgere,gundêkî bi navê Cinêrîya ava dike,heya îro ji ew gundê Cinêrîya wek gundê pîra tê nasandin û wek Zêwa Mîrê behna dîrokê jiwan difurê.
`EM ÊZDÎ NE Û NE YEZÎDÎ NE!..
"Tebenî"
dema bahsa Mîrektîya Cizîra Botan tê kirin hin kesê tê negiştî,Mîrektîya Xaltanîyê wek mala emir Bedirxana binav dikin,Mîrektîya Xalta berîya mala emir Bedirxana bu,mala Bedir dema liser xanê Xaltanîyê runiştin hingê jiware gotin mala Bedirxana,jiberku Bedir bu xwedîyê Xanê Xaltanîyê û Nevîyê Mîrê Xaltan, ku Wek Êzdî ji tirsa canê xwe,terka warê xwe dan,kurê Mîr Elî ,Qaso li Basa Bota,Hamid li Cizîrê û Musa ji li Xalta Dîloke bi cî bûn.
Nivîskar û lêkolîner Orhan Basî
#malamiro #Mirali #Xalti #ezdi